Heşdî Şeibî diçe ser sînorê Îsraîlê!

Milîsên Heşdî Şeibî diçin ser sînorê Îsraîlê û li wê derê ve gef li wî welatî dikin.

9 Berfanbar 2017 - 13:47
9 Berfanbar 2017 - 13:47
 0

Li gor girte videoya ku di torên civakî de belav bûye, Emîndarê Giştî yê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî ku beşek ji hêzên Heşdî Şeibî ye, çûye navçeyên sînor ên di navbera Lûbnan û Îsraîlê.

Qeys Xezelî ku peyvendiyên wî bi Îranê re bihêz in û Îran piştgiriya darayî û leşkerî ji wan re dike, li ser sînor amaje bi navçeya Golan a Îsraîlê dike.

Qeys Xezelî radigehîne ku ew bi temamî amadene alîkariya milîsên Hizbullaha Lûbnanê li dijî Îsraîlê bike.

Ev nûçe bi tevahî 8943 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:29:47