Heşda Şeibî: Serokwezîrtiya Iraqê mafê me ye

Rêxistina Heşda Şeibî çav berda kursiyê Heyder Ebadî. Berdevkê rêxistinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî hilbijartinê mafê Serokwezîrtiya Iraqê yê me ye.

15 Berfanbar 2017 - 02:57
15 Berfanbar 2017 - 02:57
 0
Heşda Şeibî: Serokwezîrtiya Iraqê mafê me ye

Berdevkê Asayib Ehlulheq ku yek ji baskê Heşda Şeibî ye Mehmûd Rubey di daxuyaniya xwe ya çapemenî de ragihand ku piştî hilbijartina mafê Serokwezîrtiya Iraqê yê me ye.

Mehmûd Rubey di berdewamiya axaftina xwe de got: "Grûbên girêdayî rêxistina Heşda Şeibî bernameyeke xwe ya siyasî amade kirine, di vê çarçoveyê de wê di nava grûban de koalîsyonek ava bibe tevlî hilbijartinê bibe. Bi piştgiriya gelê Iraqê em hewl bidin ku serokwezîrtî têkeve destê me."

Ev nûçe bi tevahî 1585 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:04:59