Heşda Şeibi: Amerîka û Îsraîl dijminên me ne!

Serokê Giştî yê Tevgera Esaîbû Ehlî Heq Qeys Xezelî got, ‘Amerîkayê tenê Hewlêr parastiye û qet bergirî li ber Bexdayê nekiriye.’ Xezelî herwiha got, dijminê me yê yekem Îsraîl û yê duyem jî Amerîka ye.

16 Berfanbar 2017 - 08:37
16 Berfanbar 2017 - 08:37
 0
Heşda Şeibi: Amerîka û Îsraîl dijminên me ne!

Serokê Giştî yê Tevgera Esaîbû Ehlî Heq Qeys Xezelî got, ‘Amerîkayê tenê Hewlêr parastiye û qet bergirî li ber Bexdayê nekiriye.’ Xezelî herwiha got, dijminê me yê yekem Îsraîl û yê duyem jî Amerîka ye.

Serokê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeyz Xezelî ku girêdayî Heşda Şeibî ye, îro li Kerbelayê di şahiyekê de axivî. Xezelî wiha axivî: “Divê em bi tu kesê nexapin. Amerîkayê bi hêzên xwe yên esmanî tenê bergirî li ber Hewlêrê kiriye û qet bergirî li ber Bexdayê kiriye. Dijminê me yê yekem Îsraîl, yê duyem jî Amerîka ye. Îsraîl, Amerîka û Erebîstana Siûdî me Iraqê wekî dijminê xwe dibînin.”

Ev nûçe bi tevahî 1322 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:08:00