Heseke: Alozî di navbera Asayîşê û hêzên hikûmetê de derket

Li nav bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, pevçûn di navbera Asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê de derket.

7 Hezîran 2023 - 03:35
7 Hezîran 2023 - 03:35
 0
Heseke: Alozî di navbera Asayîşê û hêzên hikûmetê de derket

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, duh roja 6ê Hezîranê Li nav bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li pêş Nexweşxaneya Hîkme bi sedema rawestandina otombîelkê, pevçûn di navbera endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser û endamên hêzên hikûmeta Sûriyê de derket.

Heta niha ti aliyek li ser ziyanan daxuyaniyek belav nekirine.

Roja 5ê Hezîranê jî, hêzên Dijî Terorê ser bi Asayîşa Rêveberiya Xweser rêbenedeke hêzên hikûmetê li ser Rêya Navdewletî ku diçe Firokexaneya Qamişlo dorpêç kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 619 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:30:46