Hevdîtina Barzanî û Yildirim bidawî hat

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bidawî hat.

27 Sibat 2017 - 10:06
27 Sibat 2017 - 10:06
 0
Hevdîtina Barzanî û Yildirim bidawî hat

Hevdîtina Mesûd Barzanî û Binalî Yildirim li Koşka Çankayayê di saet 12.35an de bêyî amadebûna çapemeniyê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh Yekşemî 26ê Sibata 2017ê saet 16:30ê gihîştibû Firokexaneya Ataturk a bajarê Stenbolê.

Mesûd Barzanî duh li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anîbû û piştî bi dawî hatina civîna bi Erdogan re, Barzanî hatibû Enqerê.

Hevdîtina Barzanî û Yildirim a li Koşka Çankayayê bêyî amadebûna çapemeniyê dest pê kirî, seetek û nîvekê berdewam kir.

Barzanî û Yildirim, piştî hevdîtinê di xwarina xebatê de jî civiyan.

Li gorî agahiyan di civînê de geşedanên Rojhilata Navîn bi giştî, aloziya Sûriyê, têkoşîna li dijî terorê û têkiliyên aborî di navbera herdu aliyan de hatine gotûbêjkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1373 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:11:51