Hevpeymaniya Navdewletî 36 barhilgirên arlîkariyên serbazî gehandin Rojavayê Kurdistanê

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 36 barhilgirên arlîkariyên serbazî û lojistî gehandin hêzên Rojavayê Kurdistanê.”

22 Sibat 2025 - 10:55
22 Sibat 2025 - 10:55
 0
Hevpeymaniya Navdewletî 36 barhilgirên arlîkariyên serbazî gehandin Rojavayê Kurdistanê

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duh (În, 21.02.2025) amaje da, “Hêzên Hevpeymanan ji bo bihêzkirina bingeh û pêgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê, li deriyê sinorî yê Elwelîdê alîkariyên xwe yên serbazî gehandin bingehên xwe yên serbazî li Rojavayê Kurdistanê.”

Li dû zanyarên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, ew alîkariyên serbazî ji zirîpoş û tankerên sotemeniyên çek û teqemenî û sindoqên bendkirinê pêk hatibûn, tevaya wan alîkariyan jî gehandine bingeha Qesrekê li devera Wezîrê ya Rojavayê Kurdistanê.

 

Ev nûçe bi tevahî 728 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:28:52