Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kerkûkê lihev dikin

Herdu Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê, nêzîk in ku derbarê hinardekirina petrola Kerkûkê lihev bikin.

10 Mijdar 2018 - 06:18
10 Mijdar 2018 - 06:18
 0
Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kerkûkê lihev dikin

Rojnameya Financial Times ji ser zimanê hin jêderan veguhestiye, ku Hewlêr û Bexdayê gotûbêjên berfireh derbarê hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya boriya petrola Kurdistan- Ceyhan destpê kirine.

Wê rojnameyê eşkere kir, ku Amerîka ji bo dagirtina valahiya ji ber qedexekirina petrola Îranê çêbûye, fişar li Bexdayê kiriye, ku li gel Hewlêrê rêketinekê bike û rojane ji 200 hezar heya 400 hezar bermîl, ji petrola Kerkûkê, bi riya boriya Kurdistanê hinardeyî bendera Ceyhan a Tirkiyê bike.

Ji aliyekî din ve, konsulê giştî yê Birîtaniya li Hewlêrê Martin War li ser Twitter a xwe nivîsiye: Di çend mehên derbasbûyî de, Londonê her yek ji Bexda û Hewlêr han daye, daku li ser pirsên petrolê û nakokiyên din lihev bikin û di egera lihevkirinê de, wê ew yek bandore li ser pêşeroja pêwendiyên herdu aliyan bike.

Ev nûçe bi tevahî 1899 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:10