Heyeta ENKSê li Stenbolê seredana PWKê kir

23 Berfanbar 2024 - 07:34
23 Berfanbar 2024 - 07:34
 0
Heyeta ENKSê li Stenbolê seredana PWKê kir

Heyeteke ENKSyê ku ji Berpirsê ENKSyê yê Tirkîyeyê Muslum Mihemed û rêvebirê PDK-Syê Şivan Cezîrî pêkhatî, roja 22.12.2024ê li Stembolê seredana nûneratîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Stenbolê kirin.

Endamê Komîteya Birebir a PWKyê Kasim Ergun, Nûnerê PWKyê yê Stanbolê Cengîz Gungor û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Heyetên ENKSyê û PWKyê di derbarê rûdan û pêşhateyên vê dawîyê yên li Rojavayê Kurdistanê, Sûrîyeyê, Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê de agadhdar û bîr û bawerîyên xwe bi hev re parve kirin.

Herdu heyetan girîngîya hişmendî û sîyaseteke neteweyî, niştimanî ya li her perçeyekî Kurdistanê anîn zimên.

Hevdîtina heyetên ENKS û PWKyê di atmosfereke berhemdar û dostane de derbasbû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 450 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:32:20