Heyeta Kurdistan'ê wek dewletek serbixwe hate pêşwazî kirin

Heyeta Sendîqaya Bijîşkên Kurdistanê li paytextê Urdinê li Ammanê tevlî civîna tendirustî ya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî bû. Di civînê de ev heyet wek heyeta dewletek serbixwe hate pêşwazî kirin.

10 Tebax 2017 - 08:14
10 Tebax 2017 - 08:14
 0
Heyeta Kurdistan'ê wek dewletek serbixwe hate pêşwazî kirin

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ku navenda wê li Swîsrayê ye li Ammanê ji bo diristkirina rewşa tendirustî û şert û mercên mehkûman civînek li dar xist.

Li gorî nûçeya ku K24ê de cih digire te gotin ku, heyeta sendiqayên Kurdistanê ji heyeta Iraqê hate veqetandin û wekî dewleteke serbixwe di protokole de hat pêşwazîkirin. Di civînê de ji xeyrî heyeta Kurdistanê nûnerên Iraq, Libnan, Cezayir, Tunis û Fasê cih girtin.

Wezîrê Tendirustî yê Urdinê û Nûnerê Komeleya Bijîşkên Dinyayê jî tevlî bernameyê bûn û di civînê rola zêdekirina sendîqayên tendirustî hat nirxandin.

Ev nûçe bi tevahî 1749 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:01:36