Hêzên Kurdî li Sûriyê dest danîn ser balefirgeha Heleb û çend bajarokan

Li gor zanyariyan hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê geheştin nav balefirgeha Helebê û herdu bajarokên Nebil û Zehra û taxên derdora bajarê Helebê girtin.

30 Mijdar 2024 - 14:36
30 Mijdar 2024 - 14:36
 0
Hêzên Kurdî li Sûriyê dest danîn ser balefirgeha Heleb û çend bajarokan

Herwaha Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragehand, hêzên Kurdî piştî vekêşîna hêzên rejîma Esed û firqeya 4 ên artêşa Sûriyê, hêzên Kurdî kontrola rawestgehên navbera El Şehba û Heleb û rawestekên taxên Eşrefiyê kir.

Li gor guhertinên ewlehiya navçeyê, malbatên li bajarên Til Rifet û navçeyên bakurê Helebê ber bi taxên Şêx Meqsûdê ve koçber bûn.

Herwaha hêzên Kurdî ber bi bajarên din ên Telhefer, Telaran, Tel Hesêl û gundên din ên rojhilatê bajarê Helebê ve pêşdeçûnê dikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 410 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:33:45