Hêzên Tirkiye gundên Zirganê topbaran kirin

Hêzên Tirkiye gundên Ti Ebbûd û Esediye li navçeya Zirganê ya bakurê rojavayê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

27 Cotmeh 2022 - 04:18
27 Cotmeh 2022 - 04:18
 0
Hêzên Tirkiye gundên Zirganê topbaran kirin

Li gor medyaya Rêveberiya Xwser, êvara 26ê Cotmehê hêzên Tirkiye gundên Ti Ebbûd û Esediye li navçeya Zirganê ya bakurê rojavayê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Hat diyarkirin ku di encam de zerarên zêde gihan mal û milkê gundiyan û çend malbat derbider bûn. Hevdem hêzên Tirkiye gundên Derdare, Dada Ebdal û Xirbit Şeîr li navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Destpêka Cotmehê û herwiha 18ê Cotmehê jî, hêzên Tirkiye gundên Esediye, Derdare, Bûbî li navçeya Zirgana Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî topbaran kiribûn, di encam de 3 zarokan canê xwe ji dest dabûn û zerareke zêde gehiştibû mal û milkên xelkê û pêleke derbiderbûnê destpê kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 687 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:53:00