Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hişyarî da Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed Hesen Şeybanî hişyarî da Îranê û got, “Divê Îran rêzê li îradeya xelkê Sûriyeyê, serwerî û yekperçetiya axa welat bigire.”

25 Berfanbar 2024 - 07:26
25 Berfanbar 2024 - 07:26
 0
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hişyarî da Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed Hesen li ser hesabê xwe yê Xê bangî Îranê kir ku rêzê li îrade, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigire.

Eseed Hesen Şeybanî wiha nivîsandiye:

“Divê Îran rêzê li îradeya xelkê Sûriyeyê û serwerî û yekparçeyiya axa wê bigire.

Em Îranê hişyar dikin ku xwe ji belavbûna kaosa li Sûriyeyê dûr bixe û em Îranê ji encamên daxuyaniyên vê dawiyê berpirsyar dibînin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 1405 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:43:07