Hizbulaha Libnanê 62 mûşek avêtin Îsraîlê

Hizbulaha Libnanê ragihand ku wan ji bo tolhildana kuştina yek ji serkirdeyên Hemasê Salih El-Arûrî, îro danê sibehê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kiriye.

6 Çile 2024 - 11:13
6 Çile 2024 - 11:13
 0
Hizbulaha Libnanê 62 mûşek avêtin Îsraîlê

Kanala El-Mayedîna nêzikî Hizbulahê ragihand ku piştî kuştina serokê Lîwayên Qesamê Salih El-Arûrî, Hizbulahê wekî bersivekê 62 mûşek avêtine baregeha kontrola esmanî ya Meronê ya Îsraîlê.

Baregeha kontrola esmanî ya Meronê ya li ser Çiyayê Carmaqê yê li bakurê Filistînê ye.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nesrûllah roja sêşemê di daxuyaniyekê de gotibû, “Eger tola serkirdeyên Hemasê yên ku tên kuştin neyê hilanîn, dê Îsraîl bêhtir êrişî Libnanê bike.”

Ev nûçe bi tevahî 737 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:13:04