HSDê Bendava Azadî jî kontrol kirin

Şervanên HSDê ê Bendava Azadî bi temamî ji mîlîtanên DAIŞê rizgar kirin.

5 Hezîran 2017 - 03:31
5 Hezîran 2017 - 03:31
 0
HSDê Bendava Azadî jî kontrol kirin

Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatin girtin, şervanên HSDê Bendava Azadî bi temamî ji mîlîtanê DAIŞê rizgar kirine.

Hate ragihandin ku HSDê li bendavê dest bi paqijkirina mayinên ku DAIŞê çandibûn, kirine.

Bendava Azadî li bajaroka Mensûrayê ku dikeve rojhilatê Bendava Firatê dikeve û 21 kîlometro dûrî bajarê Reqayê ye.

Ev nûçe bi tevahî 2455 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:45:02