Hêzên Îranê dîsa êrişî kolberên kurdê Rojhilat kirin

Li devera Selmasê ya Kurdistana Rojhilat, hêzên parastina sînor yên Îranê êrişî komek kolberên kurd kirin, di encamê de 2 kolber hatin kuştin.

13 Sibat 2017 - 03:54
13 Sibat 2017 - 03:54
 0
Hêzên Îranê dîsa êrişî kolberên kurdê Rojhilat kirin

Kuştin, mirin û birîndarbûna kolberên kurd, yên ku tekane rêya jiyana wan kolberî ye, didome.

Duh li devera Selmasê û li ser sînorê Rojhilat û Bakûr, komek kolberên kurd rastî êrişa hêzên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de 2 kolber hatin kuştin û 2 kolber jî giran birîndar bûn. Kolberên birîndar birin nexweşxaneya Xumênî ya Ormiyê.

Ew kolberên ku hatine kuştin, xelkê gundê Xurxure yê bajarê Selmasê bûne. Navê yekê Dariyûş Paşayî û navê yê din jî Xosro Kazimî bûye.

Ev nûçe bi tevahî 1742 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:16:44