Hêzên Sûriyê îro Kelha dîrokî ya Palmîrayê cardin kontrol kirin

Li gor nûçeya ku Reutersê ji çavkaniyên Hizbullah a Lubnanê bi dest xistiye, Artêşa Sûriyê Kelha Palmîrayê û çiyayên başûrê rojavayê wê, kontrol kirine.

2 Adar 2017 - 04:21
2 Adar 2017 - 04:21
 0
Hêzên Sûriyê îro Kelha dîrokî ya Palmîrayê cardin kontrol kirin

Artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê, Kelha Palmîrayê ji destê DAIŞê derxistin.

Li gor nûçeya ku Reutersê ji çavkaniyên Hizbullah a Lubnanê bi dest xistiye, Artêşa Sûriyê Kelha Palmîrayê û çiyayên başûrê rojavayê wê, kontrol kirine.

Hêzên Hikûmeta Sûriyê ragihandibûn ku li başûrê Palmîrayê devereke stratejîk xistine bin kontrola xwe.

Hikûmeta Sûriyê, ji bo kontrolkirina Reqayê, Palmîra weke xaleke giring dibîne.

Bajarokê Palmîrayê di Gulana 2015an de ketibû destê DAIŞê û berhemên kevnare ji aliyê DAIŞê ve hatibûn teqandin.

Palmîra beriya salekê, bi piştgiriya hêzên esmanî yên Rûsyayê ketibû bin kontrola Sûriyê, lê di 11ê Kanûna 2016an de ji DAIŞê ve, dîsa hatibû dagirkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1749 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:00:41