Îbrahîm Kalin û Ehmed Şer li Şamê civiyan
Serokê Saziya Îstixbarata Niştimanî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, li Şama paytexta Sûriyeyê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.

Di hevdîtinê de rûdanên dawî yên li herêmê û mijarên wekî hevkarî û hevahengiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Karên Derve jî beşdar bû
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî ya Sûriyeyê Huseyîn Selame jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Serokkomariya Sûriyeyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di dema civînê de, rewş û rûdanên herêmê hatin nirxandin û li ser rêyên xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera her du welatan de hat axaftin."
Nûvekirina herî dawî: 14:33:37








































































































































































