Îran: Amerîkayî peyaman dişînin lê ji bo me parastina welêt li pêş e

Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Beqayî ragihand ku Amerîkayî dan û standina peyaman didomînin lê pêşîniya wan parastina Îranê ye.

27 Tîrmeh 2026 - 10:35
27 Tîrmeh 2026 - 10:35
 0
Îran: Amerîkayî peyaman dişînin lê ji bo me parastina welêt li pêş e

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, Beqayî diyar kiriye ku Amerîkayê bi Îranê re di nav dan û standina peyaman de ne û li ser vê mijarê got:

"Lê ji bo me pêşînî parastina serweriya me, yekparçeyiya axa me û parastina gelê me ya li dijî sûcên şer ên Amerîkayê ye."

Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya doh ragihandibû ku Amerîkayê du şevên dawî êrişên xwe rawestandine û wan jî li gorî vê yekê operasyonên xwe rawestandine.

Mihemed Ekremîniya gotibû ku “Hêzên Çekdar ên Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne.”

 

Ev nûçe bi tevahî 34 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:40:59