Îranê: Dorpêçkirina benderên me tawanê şer e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li hemberî gavên vê dawiyê yên Amerîkayê bertek nîşan da.
Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, "Dorpêçkirina benderên Îranê tawanê şer e û binpêkirina agirbestê ye."
Wî her wiha diyar kir ku dîlgirtina xebatkarên keştiyê jî binpêkariyek e.
"Îran dizane mafên xwe biparêze"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje pê kir ku welatî wî dizane çawa li hemberî "çewisandin û zordariyê" raweste.
Eraqçî anî zimên ku Tehran gelekî baş dizane çawa rûbirûyî astengiyan bibe û berjewendiyên xwe biparêze.
Dorpêça deryayî û destdanîna ser keştiyan
Divê were gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 12ê Nîsana 2026an li Kendavê dorpêçeke deryayî li ser benderên Îranê ragihand.
Ev dorpêç rê li ber wan keştiyan digire ku diçin benderên Îranê yan jî ji wan benderan derdikevin.
Amerîkayê 20ê Nîsana 2026an ragihand ku wan di operasyonekê de li Okyanûsa Hindî dest daniye ser keştiyeke petrola xav a ku di bin cezayan de ye.
Navê vê keştiyê "Tiffany" ye û wekî beşek ji "fîloya sîber"ê ya Îranê tê dîtin.
Her wiha Amerîkayê 19ê Nîsanê jî eşkere kiribû ku wan li Deryaya Umanê dest daniye ser keştiyeke bazirganiyê ya Îranê ya bi navê "Tooska"yê.
Nûvekirina herî dawî: 13:21:43