Iraq: Em rê nadin artêşa Tikiyê di nav axa Iraqê de bimîne

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ragihand, ku ew qebûl nakin artêşa Tirkiyê di nav axa Iraqê de bimîne.

3 Cotmeh 2018 - 01:53
3 Cotmeh 2018 - 01:53
 0
Iraq: Em rê nadin artêşa Tikiyê di nav axa Iraqê de bimîne

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ibrahîm Ceferî di daxuyaniyekê de ragihand, ku Iraq dixwaze peywendiyên xwe li gel Tirkiyê baş bike,lê ew qebûl nakin Enqere destwerdanê di nava karên navxwe yê Iraqê de bike û got, ew naxwazin leşkerên artêşa Tirkiyê di nav axa Iraqê de bimînin.

Di beşeke din axaftina xwe de Ceferî got: “Em bi hemû awayekî dijî wê yekê ne ku Tirkiyê destwerdanê di nava karên navxwe yê Iraqê de bike .Lê di heman demê de em piştgirya wê yekê dikin peywendiyên xwe yên dostane li gel Tirkiyê pêşbixin weke hikûmeteke cîran . Lê em rênadin leşkerên Tikiyê di nava axa Iraqê de bimînin.”

Ev nûçe bi tevahî 1324 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:30:37