Iraq: Ji ber pirsgirêka erd û zeviyê jinek û du kurên wê hatin kuştin

Li parêzgeha Dîwaniye ya li başûrê Iraqê, ji ber pirsgirêka erd û zeviyên çandiniyê jinek û du kurên wê bi çek hatin kuştin.

22 Gulan 2023 - 06:27
22 Gulan 2023 - 06:27
 0
Iraq: Ji ber pirsgirêka erd û zeviyê jinek û du kurên wê hatin kuştin

Îro 22.05.2023yê çapemeniya Iraqê ragehand ku li navçeya Şafie ya ser bi parêzgeha Dîwaniye şerê çekdarî di navbera malbatekî de pêkhatiye û jinek û du kurên wê hatine kuştin.

Herwaha aşkera kir ku ew bûyer ji ber pirsgirêka erd û zeviya çandiniyê pêkhatiye û piştre hêzên ewlehiyê geheştine cîhê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.

Ev nûçe bi tevahî 643 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:01:52