Iraq, li hemberî Kurdistanê planek din dixe meriyetê!

Hat zanîn ku Hikûmeta Iraqê pilaneka din li dijî Herêma Kurdistanê û pişka Kurdan di hikûmeta wî welatî de daniye.

4 Berfanbar 2017 - 08:55
4 Berfanbar 2017 - 08:55
 0
Iraq, li hemberî Kurdistanê planek din dixe meriyetê!

Li gorî agahiyan, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî bi hêceta guhertina karmendên Wezareta Derve ya Iraqê dixwaze dîplomatên Kurd ji Wezareta Derve derxîne û li şûna wan peyayên xwe dayne.

Li ser vê mijarê, Endama Kurd ya Parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî ragihand û da zanîn, Malikî û hikûmeta Iraqê dixwazin pilanek din li dijî Kurdistanê bicîh bînin.

Di devama axaftinê de Neda Mêrgesorî her wiha got, ew dixwazin dîplomatên kurd ji Wezareta Derve derxin. Beriya niha balyozê Iraqê li Îtalya, ku kesekî kurd bû, ji kar dûr xistibûn.

Ev nûçe bi tevahî 1611 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:02