Iraq: Me 12 xalên sînorî bi Îranê re danîne

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand, di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê de, wan 12 xal li ser sînorê bi Îranê re ava kirine.

2 Cotmeh 2023 - 03:22
2 Cotmeh 2023 - 03:22
 0
Iraq: Me 12 xalên sînorî bi Îranê re danîne

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ferîq Rukin Qeys Xelef Mihemedawî got: “Piştî îmzekirina rêkeftina ewlehiyê ya bi Îranê re, komîteyeke bilind bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî û efserên pispor ji wezaretên berevanî, navxwe û ajansên ewlehiyê hat avakirin.

Mihemedawî da zanîn jî, ew komîte nêzî salekê ye kar ji bo avakirina mekanîzmekê ji bo cîbicîkirina rêkeftinê dike.

Got: “Hêzên Pasewanên Sînor yêN Iraqî hemû sînorên bi welatên cîran re diparêzin û aliyên dijberên Îranî ji sînor hatine dûrxistin û li navçeyên ku ji wan re hatine destnîşankirin, hatine bicihkirin.”

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê da zanîn, 12 xalên kontrolê yên sînorî bi Îranê re hatine danîn û pasewanên sînor yên Îraqî li van xalan hatine bicihkirin.

Roja 19ê Adara 2023an di navbera Iraq û Îranê de rêkeftineke hevbeş a ewlehiyê hatibû îmzekirin. Du xalên rêkeftina ewlehiyê jî taybet in bi aliyên dijberên Îranê û kontrolkirina sînorên di navbera her du welatan de.

Roja 19ê Îlona 2023an jî, Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Rêkeftina Ewlekariya Hevbeş ya Iraq û Îranê ragihandibû ku baregehên partiyên opozîsyona Îranê li nêzîkî sînorê Îranê hatine valakirin û hêzên pasewanên Iraqê jî li van deveran hatine bicihkirin.

Duhî 1ê Cotmeha 2023an jî Şandeke payebilind a ewlekariya Iraqê bi serokatiya Qasim El-Arecî serdana Îranê kiribû û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed jî di nav de bû. Li gor daxuyaniya ofîsa Qasim El-Arecî, armanca serdanê temamkirina cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 1134 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:57:06