Iraqê hejmarek çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li çend parêzgehan bi dehan çekdarên DAIŞê desteser kirin.

14 Çile 2023 - 14:12
14 Çile 2023 - 14:12
 0
Iraqê hejmarek çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin

Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzan wan zincîreyek operasyon li parêzgehên ku DAIŞ lê çalak e kirin û di encamê de 32 çekdarên DAIŞê desteser kirin ku di nav wan de hejmarek ji serkirdeyan heye.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon li parêzgehên Bexda, Neynewa, Enbar, Kerkûk û Diyalayê hatine kirin û dosyeyên girtiyan bo dadgehê hatine şandin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Hewalgiriya Leşkerî ragihand, hêzên wan di karîn operasyonekê de duyem berpirsa jin a Dîwana Hisbe ya DAIŞ li navçeya Zabê ya li parêzgeha Kerkûkê desteser bikin û radestî aliyên pêwendîdar bikin.

Ev nûçe bi tevahî 823 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:23