Îro nêzî pênc hezar çekdarên YBŞê tevlî hêzên Îraqê dibin

Li Çiyayê Şengalê proseya tevlîkirina çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ligel dezgehên Hikûmeta Îraqê dest pê dike û çar heta pênc hezar çekdar dibin parek ji dezgehên ewlehiyê yên Îraqê.

26 Cotmeh 2026 - 10:16
26 Cotmeh 2026 - 10:16
 0
Îro nêzî pênc hezar çekdarên YBŞê tevlî hêzên Îraqê dibin

Çavkaniyeke agahdar li Şengalê, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand ku biryar e îro Duşem 26ê Cotmeha 2026ê, li Çiyayê Şengalê merasîmeka girêdayî proseya tevlîkirina çekdarên YBŞê ligel dezgehên Hikûmeta Îraqê bi rê ve biçe.

Li gorî gotina wê çavkaniyê, ev prose bi çend qonaxan tê bicihanîn û nêzîkî pênc hezar çekdaran dibin parek ji endamên dezgehên ewlehiyê yên Îraqê. Li gorî mîkanîzma tevlîbûna wan, ew çekdarên dibin parek ji dezgehên fedralî yên Îraqê û li Şengalê bi navê parastina deverê dimînin.

Wê çavkaniyê ew yek jî ron kir ku di wê merasîmê de, hejmareka berpirsên ewlehî û leşkerî yên Îraqê û YBŞê amade dibin.

Tevlîbûna YBŞê ligel dezgehên ewlehiyê yên Îraqê di çarçoveya plana Hikûmeta Elî Zeydî de ye, bo kontrolkirina çekan di destê hikûmetê de.

Berdevkê Hêzên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Hadî Elyas berî hefteyekê eşkere kiribû ku di Sibata îsal de danûstandinên wan ligel berpirsên bilind ên ewlehî û leşkerî yên Hikûmeta Îraqê dest pê kirine, daku lihevkirinekê bo rêkxistin û çûyîna nava sîstema berevaniya Îraqê bikin.

Hadî Elyas behsa wê yekê jî kiriye ku vekêşana proseya lihevkirinê karekî asayî ye, ji ber ku ew mijar girêdayî paşeroja civak, erdnîgarî, mafên jinan û dezgehên ewlehiyê ye. Herwesa hêvî jî xwest ku di paşerojeke nêzîk de ev prose di xizmeta aramî û serweriya Îraqê û civaka Êzîdî de ser bigire.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hêzeke çekdarî ya Êzîdiyan e û bi îdeolojiyeke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Şengalê piştî êrîşên rêxistina DAIŞê û komkujiya Êzîdiyan li sala 2014ê hatibû pêkanîn.

Hewlêr û Bexdayê di Cotmeha sala 2020an de lihevkirina asayîkirina rewşa Şengalê îmze kir, tê de tekez li ser derxistina tevaya hêzên çekdar ên derveyî sîstema dewletê û komên nêzîkî PKKê li deverê hatibû kirin. 

Di dema borî de jî, Îraqê biryara qedexekirina PKKê derxist. Vê yekê jî wesa kir ku YBŞ bizavên xwe zêde bike daku bi rêya danûstandinan wekî hêzeke fermî û qanûnî li ser dezgehên ewlehî û berevaniyê yên Hikûmeta Îraqê bê zêdekirin û ji gefan parastî be.

Ev jî di demekê de ye ku di Adara sala borî de, çend caran li navenda Şengalê û derdora wê şer û pevçûn di navbera çekdarên YBŞê û hêzên ewlehiyê yên Îraqê de rû da, di encamê de jî 10 endamên hêzên Îraqê ku pênc ji wan polîsên fedralî û pêncên din jî leşker bûn ligel sê çekdarên YBŞê birîndar bûn, herwesa pênc çekdarên YBŞê bo dema çend seetan ji aliyê hêzên Îraqê ve hatin girtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:16:08