Îsmaîl Beqayî bû berdevkê şandeya dan û standinan a Îranê

Serokê şandeya dan û standinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî wekî berdevkê şandeyê destnîşan kir.

23 Gulan 2026 - 10:14
23 Gulan 2026 - 10:14
 0
Îsmaîl Beqayî bû berdevkê şandeya dan û standinan a Îranê

Medyaya fermî ya Îranê fermana destnîşankirinê ya ku ji Îsmaîl Beqayî re hatiye şandin belav kir.

Di fermanê de wiha tê gotin:

"Ji ber ku hûn di warê hiqûqa navneteweyî de pispor in, di qada dîplomasiyê de tecrubeya we ya guncav heye û di heman demê de berpirsyariya berdevkiya Wezareta Karên Derve li ser milê we ye, ez we wekî berdevkê şandeya dan û standinan destnîşan dikim."

Dan û standinên bi Amerîkayê re

Şandeya dan û standinan a Îranê 11ê Nîsanê li Îslamabada paytexta Pakistanê bi şandeya dan û standinan a Amerîkayê re civiya.

Şandeya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance beşdarî civînê bûbû lê di civînê de ti pêşketin çênebûbûn.

Destnîşankirina Beqayî ya wekî berdevkê şandeya dan û standinan di demekê de ye ku ji bo Îran û Amerîka li hev bikin hewldanên navbeynkariyê yên zêde hene.

Ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku hefteyên pêş me dan û standin ji nû ve dest pê bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:46:48