Îsraîlê êrişî Balafirgeha Helebê kir

Hat ragihandin ku Îsraîlê êrişî Balafirgeha Helebê û febrîqeyên li navçeya Sefîreyê kiriye.

29 Adar 2024 - 06:14
29 Adar 2024 - 06:14
 0
Îsraîlê êrişî Balafirgeha Helebê kir

Çavkaniyên ku AFPyê re axivîn, destnîşan kir ku di vê êrişê de herî kêm 36 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li hêla din, hat gotin ku sîstema parastinê ya asmanî bersiv daye êrişên Îsraîlê.

Herwiha hat ragihandin ku Îsraîlê cebilxaneyên Hizbulaha Libnanê yên li Helebê jî kirine hedef.

Piştî ku sala 2011an şerê navxwe yê Sûriyeyê dest pê kir, Îsraîl gelek caran êrişî balafirgehên Şam û Helebê, komên ku Îran piştgiriyê dide wan û baregehên artêşa Sûriyeyê dike.

Ev nûçe bi tevahî 815 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:06