Îsraîlê êrîşî paytexta Sûriyê kir

Ajansa Sanayê ya nûçeyan a Sûriyeyê ragehand, “Israîlê êrîşî ser devera Mezeyê ya Şama paytexta Sûriyê kir.”

15 Mijdar 2024 - 07:36
15 Mijdar 2024 - 07:47
 0
Îsraîlê êrîşî paytexta Sûriyê kir

Ajansa Sanayê ragehand, “Berevaniya Esmanî ya Sûriyê li esmanê başûrê bajarê Himsê bersiva êrîşa Israîlê da.”

Medyayan parve kiriye ku “dengê teqînê li esmanê Şamê hatiye bihîstin”, bê ku zêdetir hûrgiliyan parve bike, herwaha ajansa Sanayê jî piştrast kiriye ku dengê teqînê li derdora Şamê hatiye bihîstin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyan behs kiriye ku, Israîlê du pêgeh li deverên Meze û Qudsiyê kirine armanc, lê heta niha çi tiştek li ser ziraran eşkere nebûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 501 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:26:56