Îsraîlê li Sûriyê cebilxaneya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kir

Serê sibeha îro Şemiyê, firokeyên şer ên Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li derdora bajarê Humisê yê Sûriyê û cebilxaneya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kirin.

29 Avrêl 2023 - 08:51
29 Avrêl 2023 - 08:51
 0
Îsraîlê li Sûriyê cebilxaneya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kir

Li gorî ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê (SANA) di encama êrîşa Îsraîlê de 3 kes birîndar bûne û agir bi benzînxaneyekê ketiye, her wiha hejmareke tankerên sotemeniyê jî şewitîne.

SANAyê her wiha da zanîn ku sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê hejmarek mûşekên Îsraîlê xistine xwarê.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku êrîş li dijî embarên çekan ên Hizbullah a Lubnanê yên li Firokexaneya Debha ya li gundewarê Humisê pêk hatiye.

Ev nûçe bi tevahî 559 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:47:50