Ji Amerîka derbarê rêkeftina li gel DAIŞ'ê re daxuyanî!

Wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon) derbarê rêkeftina li gel rêxistina terorîst a DAIŞê de daxuyaniyek belav kir.

14 Mijdar 2017 - 10:43
14 Mijdar 2017 - 10:43
 0
Ji Amerîka derbarê rêkeftina li gel DAIŞ'ê re daxuyanî!

Li gor nûçeya malpera Skay News îro 14.11.2017ê Pentagonê ragehand, rêkeftina QSD'ê li gel DAIŞ'ê ‘’Bo parastina giyanî ango canê bê tewanan bûye’’ û QSD'ê dema çûna derve ya çekdarên DAIŞ'ê ji Reqqa bi hûrbînî çavdêriya nasnameya çekdaran kiriye.

Herwaha Pentagonê red kiriye ku Amerîka beşdarî rêkeftinê bûye û gotiye ‘’Hevbeşên me yên lokal’’ ku armanc QSD ye li gel DAIŞ'ê rêkeftine.

Malpera BBC li ser zimanê çend çavkaniyekê aşkera kir QSD û Amerîka li gel DAIŞ'ê rêkeftine ku bajarê Reqa vala bikin û ew çekdarên DAIŞ'ê jî yên li Reqqa bi hezaran çekdaran ve veguhestine navçeyek din ê Sûriyê.

Ev nûçe bi tevahî 1847 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:30:22