Ji Amerîkayê ji bo çekên pêşmerge 200 milyon dolar

Berpirsekî bilind ê Wezareta Pêşmerge ragihand, ku Amerîkayê ji bo birêxistin û bi çekkirina 2 lîwayên pêşmerge 200 milyon dolar dabîn kiriye, ev pere jî li ser deynên Amerîkayê yên ji bo Iraqê hesab e.

6 Hezîran 2017 - 09:05
6 Hezîran 2017 - 09:05
 0
Ji Amerîkayê ji bo çekên pêşmerge 200 milyon dolar

Cîgirê Serokerkanê Pêşmerge Lîwa Qehreman Şêx Kemal ji Rûdawê re ragihand: “Amerîkayê biryar daye du lîwayên din ên Hêzên Pêşmerge birêbixe û pirçek bike. Ji bo vê yekê jî 200 milyon dolar hatiye dabînkirin.”

Şêx Kemal da xuyakirin, ku ev pere ne hevkariye ji ber ku beşek e ji pereyî ku Amerîkayê deyn daye Iraqê.

Qehreman Şêx Kemal got: “Beriya niha Amerîkayê ji me re gotibû, ku ew dê bi bihayê 200 milyon dolaran alîkariyê bidin Wezareta Pêşmerge. Amerîka rasterast pere nade Wezareta Pêşmerge lê mesrefê dike û çekan dide. Me jî daxwaz kir ev pere ji bo birêxistin û biçekkirina 2 lîwayan were xerckirin.”

Cîgirê Serokerkanê Pêşmerge da zanîn, ku herdu liyawên pêşmerge dê dawiya îsal an jî destpêka sala 2018ê de werin avakirin û got: “Beriya niha jî bi alîkariya Amerîkayê 2 lîwayên pêşmerge hatine birêxistinkirin û perwerdekirin.”

Lîwayên Wezareta Pêşmerge ji piştî birêxistin û perwerdekirinê, ji 2 hezar û 200 pêşmergeyan pêk tên.

Ev nûçe bi tevahî 1925 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:40:32