Ji artêşa Iraqê daxuyaniya Şingalê
Hat ragihandin ku piştî vekişandina PKKê ji Şingalê artêşa Iraqê hêzeke mezin li herêmê bi cih kiriye.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar ê Iraqê General Yehya Resûl di daxuyaniya xwe ya Ajnsa Anadoluyê (AA) de got: "Hêzên girêdayî Tuxaya 15emîn bi çekên giran derbasî Şingal û navçeya Sinûnê bûn."
Li gor daxuyaniya berdevkê artêşê general Resûl, piştî vekişandina endamên PKKê artêşa Iraqê herêmên valabûyî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine dagirtin.
KCKê 3 roj berê di daxuyaniya xwe de ragihandi bû ku ji bo erka wan li Şingalê qediyaye ew ê hêzên jş herêmê vekişînin.
Nûvekirina herî dawî: 08:33:04