Ji ber belavbûna nexweşiya tebekê liv û tevgera ajeldariyê hat rawestandin

Piştî detnîşankirina nexweşiya tebekê ku wek SAT-2 serotipi tê naskirin, liv û tevgera ajeldariyê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat rawestandin û bazarên ajelan tên girtin. Bazara herî mezin a Ajelên Zindî ya Ewropayê jî li Erzeromê ji ber vîrûsa tebeqê hatibû girtin

11 Adar 2023 - 11:10
11 Adar 2023 - 11:10
 0
Ji ber belavbûna nexweşiya tebekê liv û tevgera ajeldariyê hat rawestandin

Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê berî çend rojan ragihandibû ku nexweşiya tebekê li Iraqê belav bûye û di nav ajelên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hatiye destnîşankirin û diyar kiribû ku wan li 8 kargeh û çewlikan karantîna jî di nav de hemû tedbîr wergirtine.

Piştî daxuyaniya wezareta navborî li çend bajaran tedbîr hatine wergirtin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Sêwasê dest bi wergirtina tedbîran kir û bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo rûbirûbûna nexweşiya tebeqê ji bilî serjêkirin, hinarde û hawrideyê hemû liv û tevgerên ajeldariyê li wê parêzgehê hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya rêveberiya navborî li Sêwasê hemû bazarên ajelan jî hatine girtin û herkesê pêbendê qedexeyê nebe dê bi 46 hezar û 159 lîreyan bê cezakirin.

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci jî ji Amedê ragihandin ku bazara ajelan ji ber nexweşiya tebekê hatiye girtin.

Beytar Zekî Kanay ê li Amedê bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci da got, “Ev vîrus jî wek Coronayê xwe diguherîne.”

Li aliyê din li Erzeromê jî piştî biryara wezareta navborî bazara herî mezin a ajalan a Ewropayê Bazara Ajelên Zindî ya Rojhilatê Enedolê ji ber virûsa tebeqê hat girtin û veguhastina ajelan bo parêzgehên din hat rawestandin.

Bo parêzgehên Dêrsim, Afyonkarahîsar, Wan û Sêrtê jî birin û anîna ajelan hat qedexekirin. Li aliyê din li tevahiya parêzgehan ji bo rêgirtin li belavbûna nexweşiya tebeqê karûbarên vaksînkirina ajelan hatine destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1095 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:09:18