Ji bo Agirî, Wan û Colemêrgê hişyariya barana gur

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo bajarên Agirî, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

14 Îlon 2023 - 08:34
14 Îlon 2023 - 08:34
 0
Ji bo Agirî, Wan û Colemêrgê hişyariya barana gur

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê îro li hinek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

Li gorî Saziya Keşnasiyê dê li başûrê Agiriyê, li bakur û rojhilatê Wanê û li herêmên bakurê Colemêrgê baraneke gur bibare.

Herwiha pileya germê jî li gor demsalê di navbera 1-3 pileyan de dadikeve.

Ji aliyê din ve, doh li lûtkeyên Çiyayê Agiriyê berf bariya û berfê çiya spî kir.

Ev nûçe bi tevahî 1207 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:15:43