Ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyê ragihand ku sibê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê dê baraneke gur hebe.

8 Cotmeh 2022 - 11:43
8 Cotmeh 2022 - 11:43
 0
Ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku sibê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê dê baran hebe û herî zêde jî li Dêrsim, Çewlîg, Bedlîs, Mûş, Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Xarpêt û Amedê bi bandor be.

Di daxuyaniyê de ji welatiyan hat xwestin ku bila li hemberî lehî, rabûna avê û teyrokê bi baldar bin û dibe ku di çûn û hatinê de jî pirsgirêk çêbibin.

Ev nûçe bi tevahî 1070 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:30:43