Ji Ebadî daxûyaniyek nû!

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe de ragihand û dûbare got, divê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê balafirxane û deriyên sînor teslîmî hikûmeta Bexdayê bike.

27 Cotmeh 2017 - 03:58
27 Cotmeh 2017 - 03:58
 0
Ji Ebadî daxûyaniyek nû!

Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniya de ragihand ku Serokwezîr Heyder Ebadî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re bi rêya telefonê axivî. Di axaftinê de operasyona Kaîm, bicihbûna hêzên iraqî ya Kerkûk û pêşveçûnên dawî yên ewlehî hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya ofîsê Ebadî ji Tillerson re got: "Ji bo tiştê herî giring tekoşîna dijî DAIŞê ye. Heta demeke nêzîk em ê DAIŞê têk bibin û tekoşîna xwe bi dawî bikin."

Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Hikûmeta navendî bi îsrar e ku li hemû xaka Iraqê Destûra Bingehîn têxe meriyetê. Herwiha divê rêvebiriya Herêma Kurdistanê balafirxane û deriyên sînor teslîmî hikûmeta Bexdayê bike."

Ev nûçe bi tevahî 2236 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:11:12