Ji Heşdî Şabî bo Tîllerson: Mafê te yê şîroveyê nine

Qrîza Haşdî Şabî ya di navbera Amerîka û Iraqê de berdewam dike. Falih Feyyadê ku yek ji rayedarên payebilind yê Haşdî Şabî ye bi civîna çapemeniyê bersiv da Amerîkayê û got: "Wezîrê Karên Derve yê Amerîka derbarê Hadî Şabî de nikare nirxandinan bike.

27 Cotmeh 2017 - 10:56
27 Cotmeh 2017 - 10:56
 0
Ji Heşdî Şabî bo Tîllerson: Mafê te yê şîroveyê nine

Wezîrê Karen Derve yê Amerîkayê Rex Tîlerson, xwestibû ku Haşdî Şabî vekişe Îranê. Lê hikûmeta Bexdayê jî diyarkiribû ku Haşdî Şabî hêzeke neteweyîye.

Rayedarê payebilind yê Haşdî Şabî Falih Feyad civînek çapemeniyê li darxist û da zanîn ku: "Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê nikare Haşdî Şabî binirxîne. Haşdî Şabî hêzeke karîgere. Perçeyek ji yê serkeftine li hember DAIŞê ye ku ev 3 salên dawîne li her qadê tê têkbirin. Herwiha Feyad bibîranî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotinên Tîlerson wekî "destwerdana karen navxweyî yên Iraqê" nirxandibû.

Ev nûçe bi tevahî 1516 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:27:20