Ji Hikûmeta Kurdistanê maseya krîzê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo telafîkirina ziyanê erdhejê û gihandina xizmetê ji bo welatiyan dîrektîfek weşand û bangî saziyên fermî û wezaretan kir ku herin ser karên xwe.

13 Mijdar 2017 - 03:58
13 Mijdar 2017 - 03:58
 0
Ji Hikûmeta Kurdistanê maseya krîzê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina welatiyan û alîkariyê bangî hemû karmendên nexweşxane, saziyên tendirustî, Wezareta Tendirustî û dezgehên rewşa lezgîn kir.

Her wiha li gorî daxûyaniyê, hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hemû walî û qeymeqaman kiriye ku ji bo xizmeta hemwelatiyan amade bin.

Hikûmetê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî daxwaza şîfayê kir.

Ev nûçe bi tevahî 1622 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:55:19