Ji NY';ê bi Hewlêr û Bexda banga lezgîn!

Ny'ê ku ji Bexda û Hewlêrê re banga diyalogê kiribû dûbare bang kir ku herdu alî bi lezgînî dest bi diyalogê bikin.

22 Mijdar 2017 - 07:19
22 Mijdar 2017 - 07:19
 0
Ji NY';ê bi Hewlêr û Bexda banga lezgîn!

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq di axaftina xwe de got: "NY ji bo çareseriya pirsgirêkan û destpêkirina diyalogê ya navbera Hewlêr û Bexdayê bangî herdu aliyan kir. Divê herdu alî jî pirsgirêkên xwe di çarçoveya Destûra Bingehîn de çareser bikin."

Her wiha Ferhan Heq di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî biyara Dadgeha Federal a Iraqê ya derheqê referandûma serxwebûnê, herdu alî jî divê dev ji daxuyaniyên tund û tehdîdan berdin. Divê pirsgirêk di çarçoveya Destûra Bingehîn ku herdu alî jî palpiştiya wê dikin de werin çareserkirin."

Ev nûçe bi tevahî 1328 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:57:45