Ji Osman Baydemir re cezayê ‘Kurdistanê' birîn

Parlamenterê HDP yê Rihayê Osman Baydemir meha borî ji bo di hevoka xwe de peyva ‘Kurdistanê' bi kar anîbû bi awayê demkî ji Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû derxistin.

16 Çile 2018 - 02:58
16 Çile 2018 - 02:58
 0
Ji Osman Baydemir re cezayê ‘Kurdistanê' birîn

Serokatiya Karê Aborî yê Parlamentoyê Tirkiyeyê 12 hezar û 322 lîrayê tirk ji meaşê Parlamenter HDPê Osman Baydemir birî. Di dîroka parlamentoyê de ev ceza yekemîn e.

Li gor nûçeya Bulent Sagirogluyê rojnameya Hurriyetê, Serokatiya Karê Aborî yê Parlamentoya Tirkiyeyê 12 hezar û 322 lîra ji meaşê Osman Baydemir birîn û tenê ji 1/3 razand.

Di dîroka Parlamentoya Tirkiyeyê de ev yekemîn care ku ceza tê birîn. Ceza li gor destûrnameya parlamentoyê hat birîn.

Rêvebiriya parlamentoyê berî 15ê Rebendanê peyama ku ‘li gor madeya 163emîn a destûrnameyê 12 hezar û 322 lîra ji meaş hatiye birîn' ji Osman Baydemir re şandiye.

Ev nûçe bi tevahî 1432 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:51:23