Ji Serok Barzanî peyama serxweşîyê

Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Mûsa Ebdula Silêman peyamekî serxweşiyê belav kir.

10 Tebax 2023 - 08:29
10 Tebax 2023 - 08:29
 0
Ji Serok Barzanî peyama serxweşîyê

Serok Barzanî di peyama xwe de ev gotin anîn ziman:

"Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban

Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya kesayetiya niştimanperwer û Pêşmergeyê şoreşa Îlon û Gulanê Mûsa Ebdula Silêman ku wekî Mûsa Hergundî tê naskirin, geheşte me.

Serxweşiyê li malbat, kesûkar, dost û merivên xwedê jê razî Mûsa Ebdula Silêman dikim û ez xwe wek şirîkê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî Mûsa Ebdula Silêman bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.

Ana lle û Ana Aliye Raciûn"

Ev nûçe bi tevahî 703 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:49:17