Kalin: Erdogan û Esed dikarin hevdu bibînin

Serokomariya Tirkiyê radigihîne, eger berjewendiyên wan pêwîst bike, ew dikarin bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicivin

12 Cotmeh 2022 - 04:51
12 Cotmeh 2022 - 04:51
 0
Kalin: Erdogan û Esed dikarin hevdu bibînin

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, li ser egera hevdîtineke Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed, ji televîzyoneke Tirkiyê re ragihand, ji bo niha ti zemîneke siyasî ji bo wê hevdîtinê nîne, lê ger berjewendiyên wan pêwîst bike, ew deriyan nagirin û Erdogan û Esed dikarin hevdu bibînin.

Ev daxuyaniyên vî rayadarê Tirkiyê piştî wê tê, di dama dawî de asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bûbû rojev û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, “Ti pirsgirêka me bi têkbirina Esed re nîne. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî nayê qutkirin.”

Rayadarên Sûrî jî dibêjin, egera nêzîkbûna bi Tirkiyê re heye û welatê wî amade ye pêwendiyan bi Tirkiyê re baştir bike, lê hin mercên wan hene, wek derketina hêzên artêşa Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê û dawî li piştgiriya grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bîne.

Ev nûçe bi tevahî 518 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:30:20