Kanada alîkariyên leşkerî bo Iraqê rawestand

Welatê Kanada ragihand, ji ber alozbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hikûmeta wî welatî alîkariyên xwe yên serbazî bo hêzên Iraqî dide sekinandin.

28 Cotmeh 2017 - 03:38
28 Cotmeh 2017 - 03:38
 0
Kanada alîkariyên leşkerî bo Iraqê rawestand

Malpera Kanadî ya bi navê “Herald News” ji zarê rayedarekî hikûmeta Kanadayê ragihandiye, hikûmeta Iraqê biryar daye alîkariyên xwe yên serbazî û perwedekirina hêzên Iraqî bide sekinandin.

Li gorî nûçeya wê malperê, wî rayedarê hikûmeta Kanada li ser sebeba wê biryara hikûmetê jî gotiye, hikûmeta Kanada ji ber alozbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ew biryar daye.

Tê gotin, heta rayedarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dest ji şer û aloziyan bernedin û dest bi diyalogê nekin alîkariyên serbazî yên Kanada dê bên sekinandin.

Ev nûçe bi tevahî 1351 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:32:15