Kanada wê alîkariyê bişîne ji pêşmergeyan re

Wezareta berevaniya Kanada ragihandiye, Kanada dê bi qasî 9.5 milyon dolar çekên sivik û cebilxane bo Pêşmerge dabîn bike.

12 Çile 2017 - 11:09
12 Çile 2017 - 11:09
 0
Kanada wê alîkariyê bişîne ji pêşmergeyan re

Wê wezareta Kanada daye zanîn ku hikûmeta Kanada bi wan şîrketên ku biryar e wan çekan çêbikin re dest bi hevdîtinê kiriye her wiha ji rayedarên Herêma Kurdistan û Iraqî jî re daye xuyakirin û ji wan xwastiye ku wan çekan bi duristî bikar bînin.

Kanada jî mîna Fransa, Almanya, Îtalya, Birîtanya, Amerîka û gelek welatên din ên endamên hevpeymaniya dijî DAIŞê, di şerê DAIŞê de alîkariya Kurdistan û Pêşmerge dike. Pisporên Kanadî jî pêşmerge fêrî şer dikin.

Ev nûçe bi tevahî 2068 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:38:51