Kazimî: Divê dadwerî ji bo pirsa Êzidiyan pêk were

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyamekê de komkujiya Êzidiyan a li Şingalê bi bîr anî.

4 Tebax 2022 - 03:13
4 Tebax 2022 - 03:13
 0
Kazimî: Divê dadwerî ji bo pirsa Êzidiyan pêk were

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyamekê de komkujiya Êzidiyan a li Şingalê bi bîr anî û ragihand, "dadwerî ji bo pirsa we qederek e û divê pêk were".

Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê salvegera 3yê Tebaxê ya bîranîna komkujya Êzidiyan a ji aliyê DAIŞê ve, peyamek belav kir.

Kazimî di peyama xwe de diyar kiriye, "hebûna we ya rehberdayî ya li ser axa Iraqê nabe dest jê were berdan".

Herwiha destnîşan kiriye: “Hebûna we dilekî zindî ye bi biratî û dostaniya ligel birayên we yên ji hemû pêkhateyên Iraqê.”

Ev nûçe bi tevahî 915 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:48:58