KCK: PKK ji Şengalê venakişe
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, daxuyaniyên Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizayî yên derbarê vekişandina PKKê ji Şengalê ne rast in.

Komîteya Dîplomasiyê ya KCK'ê daxuyaniyek belav kir û de hat gotin, "Em nizanin bê Birêz Sefîn Dîzay li gorî çi ev daxuyanî daye" û hat bibîrxistin, ku ne PKK'ê ne jî fermandarên gerîla, ti daxuyaniyek li ser derketina gerîla ji Şengalê nedane.
Herwiha KCK balê dikişîne li ser rêvebirina Şengalê û diyar dike ku, kengî Êzidî bûn xwedî hêza xweparastin û rêveberiya xweser, hingî wê armanca gerîla ya li Şengalê bi cih hatibe. Lewma bêyî pêkhatina vê yekê, xistina rojevê ya derketina gerîla tê wateya nedîtina fermana 74'an.
KCK hebûna Pêşmergeyan a li Şengalê jî wekî pirsgirêk binav dike û dibêje, dema xelkê Şengalê karî xwe bi xwe bi rê ve bibe wê demê pirsgirêka hebûna gerîlla û Pêşmergeyan jî çareser dibe.
Ji aliyekî din ve KCK jî amaje dike, danûstandinên wan digel PDKê de berdewam in. Ti rojeveke wan a derbarê vekişandina PKKê ya ji Şengalê nîne.
Sefîn Dizayî berî niha ragihandibû ku, PKK dê ji Şengalê vekişe û sipasiyên xwe jî anîbû ziman.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji televîzyoneke nêzîkî PKKê re axivî û gotû bu ku ewan biryar daye hêzên xwe ji Şingalê vekişin.
Nûvekirina herî dawî: 09:33:48