Kesek di Çemê Pilemûriyeyê de xeniqî

Li navçeya Pilemûriyeyê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ciwanê ku ji bo hênikbûnê ket Çemê Pilemûriyeyê xeniqî.

9 Tebax 2023 - 02:55
9 Tebax 2023 - 02:55
 0
Kesek di Çemê Pilemûriyeyê de xeniqî

Alî Kyê 21 salî yê ku ji Erzinganê çûye navçeyê ket Çemê Pilemûriyeyê piştî demekî ji ber çavan winda bû.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên AFAD, tenduristî, îtfaiyeyê û endamên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Piştî xebatên tîman Alî K ji avê hat derxist û hat tesbîtkirin ku xeniqiye.

Tîman cenazeyê Alî K bir morga Navenda Tenduristiya Civakê ya Pilemûriyeyê.

Ev nûçe bi tevahî 592 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:31:22