Keşnasiya Herêma Kurdistanê dema bidawîbûna pêla berf û baranê ragihand

Li gor pêşbîniyên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, pêla berf û baranê ku Herêma Kurdistanê girtiye, îro jî dê bandorên xwe bidomîne.

2 Sibat 2023 - 05:42
2 Sibat 2023 - 05:42
 0
Keşnasiya Herêma Kurdistanê dema bidawîbûna pêla berf û baranê ragihand

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro li navçeyên Herêma Kurdistanê ewr e û barîna baranê dê heta demên êvarê berdewam bibe û berf li ser deverên çiyayî dibare, derengê şevê jî barîna baranê bi giştî dê bi dawî bibe.

Derbarê keş û hewaya sibe, keşnasî pêşbînî dike ku roja Înê esman nîv ewr bibe ligel egera barîna nîv baran li ser deverên çiyayî, herwiha egera dirustbûna mijeke kêm li hinek navçeyan heye.

Ev nûçe bi tevahî 1138 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:27:53