KNN: Li Kerkûkê hinek Fermandarên Heşdî Şabî farisî dipeyivin

Nûçegihanê televîzyona KNN'ê got, di weşana zindî de li bajarê Kerkûkê hinek fermandarên Heşdî Şabî zimanê Farisî dipeyivin.

19 Cotmeh 2017 - 05:58
19 Cotmeh 2017 - 05:58
 0
KNN: Li Kerkûkê hinek Fermandarên Heşdî Şabî farisî dipeyivin

Di weşana rasterast a KNNê de peyamnêrê KNNê Biryar Namiq ragihand ku piraniya wan çekdarên milîs ên Haşdî Şabî ku êriş pêkanîn yên rêxistina Bedrê û hin ji wan jî polîsê îtîhadî bûn.

Li gorî daxuyaniya Biryar Namiq, ew li gel fermandarên Haşdî Şabî axiftiye û dîtiye ku beşek ji wan fermandarên Haşdî Şabî bi zimanê farisî axaftin kirine.

Ev nûçe bi tevahî 1261 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:30:50