Kombûna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Îraqê û Lijneya Darayî dest pê kir

Kombûna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Îraqê û Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê li Bexdayê dest pê kir.

18 Cotmeh 2023 - 07:52
18 Cotmeh 2023 - 07:52
 0
Kombûna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Îraqê û Lijneya Darayî dest pê kir

Ajansa Kurdistan24ê li Bexdayê ragehand, kêmekê berî niha kombûna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Federal bi Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re dest pê kir. Di wê kombûnê de, Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hûrkariyan li ser dahat û xerciyan berçav bike.

Doh roja Sêşemê, 17ê Cotmeha 2023ê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Hemahengiya Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesrew û hejmareke şêwirmend û rêveberên giştî yên Wezareta Darayî û Wezareta Samanên Xwezayî pêk tê, serdana Bexdayê kir.

Endama Lijneya Darayî li Civata Nûnerên Îraqê Nermîn Merûf ji K24ê re ragehand: “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê Lijneya Darayî, ji bo ku bersiva wan pirsyaran bide yên ku ji aliyê lijneyê ve arasteyî Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin, li ser mijarên bendên 12 û 13 ji qanûna bodceyê, her titşekî girêdayî dahatên neneftî û dergehên sinorî û wê nefta ku radestî Kompaniya Somoyê tê kirin, herwesa mîlakatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji medenî, serbazî, xanenişînan û çavdêriya civakî, pereyê ku mehane ji bo mûçeyên wan pêwîst e. Lijneya Darayî ew pirsyar hemî bi nivîsarekê arasteyî Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine”.

Ev nûçe bi tevahî 983 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:18:19